Hat ragihandin sewqîyata  ber bi sînora Sûrîyê ve ya ku berî niha dest pê kiribû berdewam dike. Konvoya leşkerîyê yên ku ji yekîneyên taqwîye pêk tê û dê biçe ber bi sînora Sûrîyê ve gihaşt Entabê. Tê diyarkirin di konvoyê de tevde 20 wesayîtên leşkerî hene.

Konvoya ku ji 20 wesayîtan pêk tê û tê de tank û obus hene di wextên êvarî de gihaşt Entabê. Piştî demeke konvoya leşkerî ber bi Rihayê ve bi rê ket.

Tê diyarkirin ew ê yekîneyên leşkerî yên di konvoyê de dê li ber sînora Sûrîyê bên bicîkirin.(ÎLKHA)