Donald Trumpê Serokê Giştî yê Amerîkayê di daxxuyanîya ku da de destnîşan kir her çi qas ew ji Sûrîyê vebikişin jî ew dixwazin PKK/YPGê biparêzin.
Trump di berdewama axavtina xwe de derbarê pêvajoya vekişînê ji Sûrî ya 4 mehane de jî destnîşan kir ew tiştekî wisa negotiye ku berî vê çend rojan di çapemenîyê de derketibû ku Trump gotiye ew ê di naveyna 4 mehan de ji Sûrîyê vekişin.
Trump di 19ê Berfanbarê de destnîşan kiribû ew ê ji Sûrîyê vekişin. Ji ber vê qerara vekişînê Wezîrê Parastinê Jîm Mattîs îstîfa xwe dabû.(ÎLKHA)