Qetlîamên ku ji teref artêşa Myanmarê ve li hember Mislimanan dihat kirin wek pêşnûmaya ku pê bûyer wek "jenosîd û qirkirinê" dihat nasîn hat pêşkêşkirin Meclîsa Temsîlkaran a Amerîkayê. Pêşnûma di encama dengdayîna ku hat kirin de bi 394 dengên erê hat qebûlkirin û artêşa Myanmarê di pêşnûmayê de bi kirina sûcê mirovatîyê hat sûcdarkirin.

Hat xwestin kesên ku tevlî sûcên ku li hember însanetîyê hatin kirine bûne bên tespîtkirin û di çarçoveya qanûnên navneteweyî de bên girtin û darizandin û li dijî wan mueyîde bên tetbîqkirin.

Piştî operasyona ku di sala 20017an de ji teref artêşa Mynanmarê ve hatibû destpêkirin zêdetirî 700 hezar Milsiman malên xwe terk kirin.(ÎLKHA)