Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê derbarê rewşa hewayê de îqaza bahozê û barana zêde kir.
Li gor nirxandinên ku herî dawî hatin kirin tê texmînkirin îro û sibe Behra Spî ya Rojhilat, Behra Reş a Navîn û Rojhilat, Anatolîya Rojhilat û Anatolîya Başûrê Rojhilat bahoz û barana zêde dê tesîrdar be û sûrata bahozê di seatekê de derkeve heta 60-90 kîlometreyî.
Di daxuyanîyê de ji ber bahozê û barana zêde ji welatîyan hat xwestin ku bi tedbîr bin.(ÎLKHA)