Hat ragihandin li Bîgaya navçeya Çanakkaleyê TIRek û mînîbûseke ku karkeran vediguhast li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 16 kes birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirêtin qeza li mewqîya Yenîcekoya Bîgayê pêk hat.  Mînîbûsa bi plaqeya 17 KK 111 a ku karkeran vediguhast û TIRa bi palqeya 16 BM 893 li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de 4 karker jiyana xwe ji dest dan û 16 karker jî birîndar bûn. Piştî qezayê gelek ambûlans hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)