Hat ragihandin li Kizilaya Enqerê ji ber xaza sirûştî di avahîyeke 9 qetî de teqînek pêk hat.

Bûyer derdora wextên êvarî de li ser Kolana Necatîbey pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber teqînê 7 kes birîndar bûn.  Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Ji ber şipheya qeçaxa xazê dikan û malên derdorê hatin belavkirin.(ÎLKHA)