Hat ragihandin li Kirmanşaha parêzgeha Îranê di  mezinahîya 6,4an de erdhejek pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin piştî erdheja ewil 3 erdhejên din jî pêk hatine.

Ji ber erdhejên ku pêk hatin heta niha zêdetirî 400 kesan birîndar bûn.

Tê diyarkirin erdhej li sînora Kirmanşah û Îlamê pêk hatiye û tesîra wê li bajarên Azerbeycana Rojhilat û Xerb û Loristanê jî hatiye hîskirin.(ÎLKHA)