Komeleya Pêşveçûn û Alîkarîyê ya Îsarê ya ku li Xazzeya Filistînê xebatên xwe yên alîkarîyê birêve dibe, bûrsên ku ji teref Weqfa Yetîman a ku navenda wê li Diyarbekirê ye ve hatibûn şandin ji 100 kesên êtîm re belav kir.
Munîs Kadîhê Seroka Komeleya Pêşveçûn û Alîkarîyê û Temsîlkarê Weqfa Yetîman a Xazzê di dema belavkirina alîkarîyên bûrsê de diyar kir ew ji bo xelkê Filistînê xebatên alîkarîyê dikin û ew ê ev xebatên wan heta dawîya salê berdewam bikin.
Kadîh di berdewama axavtina xwe de ji Weqfa Yetîman a ku her meh bi şikleke birêkûpêk alîkarîya bûrsê ji wan re dişîne re teşekur kir û ji Weqfa Yetîman daxwaz kir ku ew, xebatên xwe yên alîkarîyê yên bo Xazzê bidomînin.
Kadîh di dawîya axavtina xwe de diyar kir ji ber şert û mercên aborî yên nebaş şertên jiyanê yên Xazzeyîyan nebaş e. Kadîh her wisa banga alîkarîya bilez li temamê welatên Îslamê û Ereban û her wisa li xêrxwazan kir da ku ji Xazzeyîyan re bibin alîkar.(ÎLKHA)