Hat ragihandin di operasyonên ku li Rihayê li dijî PKKê hatin lidarxistin de 9 kesên şikdar hatin binçavkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Ewlehîya Bajêr a Rihayê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin li Rihayê li dijî PKKê operasyon hatin lidarxistin. Di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de 3 kesên ku ji ser medyaya civakî propagandaya rêxistinê kirin û 6 kesên ku ji rêxistinê re alîkarî kirine hatin binçavkirin.(ÎLKHA)