Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê, Serokatîya  Bajêra Êlihê ya HUDA PARê ziyaret kirin û qala mexdûrîyet û bêhiqûqîyên ku ew dijîn kirin û teleba destekê kirin. Malbat ji teref endamê partîyê  û Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê ve hatin pêşîwazîkirin.

"Wan birayên me yên ku ew wek terorîst wesfandin avêtin girtîgehan"

Di hevdîtina ku hat kirin de Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê Huseyîn Olam destnîşan kir mexdûrîyeta mahkûmên mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê hêj berdewam dike û ew mexdûr di girtîgehan de ji mirinê re hatine terkkirin. Olam dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Digel ku ew mahkûmên xwedê nasnameya Îslamî tê zanîn bi kumpas û komployan hatine girtin di vê heyama îqtîdara mewcûd a 16 salane de mexdûrîyeta wan berdewam dike. Wan birayên me yên ku ew wek 'terorîst' bi nav kirin avêtin girtîgehê. Ji ber ku ji teref îqtîdar ve hakim û dozgerên FETO hatine darizandin, qerarên dozên Ergenekonê hatin betalkirin. Lê belê dema ku dor hat me neheqî li me dikin. Heman hakim û dozgerên ku hatin darizandin ceza dan van însanan. Em dixwazin ev cezayên ku ji van însanan re hatine dayîn bên betalkirin."

 "Ji ber ku Îslamê û jiyaneke Îslamî parastin di girtîgehan de tên girtin"

Dawûd Şahînê ku mexdûrîyeta malbatan guhdar kir, derbarê mijarê de diyar kir ev însan bi salan belesebeb, neheq û bêhiqûqîyê di girtîgehan de tên girtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ji ber ku Îslamê û jiyaneke Îslamî parastin, ji ber ku xwestin Îslamê ji xelkê me re teblîx bikin ev însan di girtîgehan de tên girtin.Ev bû 18-27 sal ku însan di girtîgehan de tên girtin. Dibe ku ev ye di nav welatên dinyayê de nimûne be. Dibe ku Tirkîye di warê girtina zindanê ya Yûsifîyan de bibe şampîyon."

Şahîn di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew kesên  ku ji bo Yasîn Boru rondikan barandin û wan Yasînên me yên ku di girtîgehê de ji mirinê re hatine terkkirin nabînin û di vî warî de ji bo çareserîyê tu gav nayên avêtin.

Zeynep Aykana xanima Omer Farûqê ku ev 26 sal in di girtîgehê de tê girtin jî di ziyareta ku hat kirin de diyar kir serokomar di vî warî de tiştekî nake ku ev yek guneheke mezin e.(ÎLKHA)