Danîmarka bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ji ber êrîşên ku li Yemenê tên kirin û ji ber cinayeta Cemal Kaşikçi ew îxracata çekan a bo Siûd dane sekinandin.

Di daxuyanîya ku ji teref Anders Samuelsenê Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê  ve hat belavkirin de derbarê mijarê de wiha hat diyarkirin " Roja yekşemê me bi Wezîrên Karên Derve yên Neteweyên Yekbûyî re derheqê Siûd de hevdîtin kir. Ji  ber êrîşên ku li Yemenê tên kirin û ji ber cinayeta Cemal Kaşikçi me îxracata çekan a bo Siûd da sekinandin."(ÎLKHA)