Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku sazîya Alîkarîyê ya Însanî ya Navneteweyî ye, daxuyand xebatên wan ên alîkarîyê ji bo Yemenîyên ku ji bîrçînan dimirin berdewam dike. Di berdewama daxuyanîyê de hat diyaririn li Yemenê ji ber tunebûna xurekê 85 hezar zarokên ku emrê wan di bin 5 salî de ye jiyana xwe ji dest dane.

 "Ew ê ji wan bebekên ku dikin ji birçînan bimirin re alîkarîya mamayê bê kirin"

Di daxuyanîya derbarê alîkarîyên ku hatine kirin û tên kirin de hat dayîn de hat diyarkirin ew ê ji bo zarokan alîkarî bên kirin ku ew ji bo vê yekê li benda alîkarîya kesên xêrxwaz in.

Huseyîn Ateşê Alîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê derbarê mijarê de wiha axivî: " Yekîneyên me yên acîl li Yemenê li wan herêmên ku lê birçîbûn rû da ye ji bo kesên sêwî, êtîm û  muxtac xebatên xwe yên alîkarîyê ji roja ewil vir ve didomînin. Yekîneyên me di wexte ku tê de pêdivî bi ava paqij û xurekê heye de hewl didin bibin umîdê xelkê Yemenê. Em li benda alîkarîya xêrxwazan in da ku birayên me yên Yemenî zanibin em di vê heyama bi zehmet û zor de li ba wan in."

 "Alîkarîyên ku heta îro li Yemenê hatine kirin tev bi saxiya xêrxwazan hatin kirin"

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir alîkarî bi saxîya xêrxwazan tên kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Kesên xêrxwaz bi alîkarîyên hindik jî dikarin ji bebekên Yemenî yên ku micadeleya jiyanê didin re bibin alîkar. Lewra alîkarîyên ku heta îro li Yemenê hatine kirin tev bi saxiya xêrxwazan hatin kirin."

Ateş di dawîya axavtina xwe de bo standina agahîya zêdetir nimreya telefonê 0049 157 73 97 5818  da  û diyar kir  kesên xêrxwaz dikarin ji ser malpera www.avrupayetimder.com ê an jî ji ser hisaba bankê ya bi reqema DE16 6835 0048 0001 0931 78, BIC SKLODE66XXX ê alîkarîyên xwe bigihijînin wan.

Rewşa nebaş a  li Yemenê her ku diçe xirabtir û girantir dibe.Sazîya ya Alîkarîyê ya Îngîlîz Save the Children daneyên Yekîtîya Neteweyan çavkanî nîşan da û destnîşan kir li Yemenê ji ber şerê nexweyî ya ku ji sala 2015an vir ve berdewam dike dibe ku 85 hezar zarokên ji 5 salî biçûktir ji birçînan û ji ber nexweşîyan jiyana xwe ji dest dabin. 

 Koordînatorê Rewşa Acîl û Alîkarîya Însanî yê Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock derbarê rewşa xeternak a li Yemenê de berî niha diyar kiribû " Niha Yemen bi xetereyeke mezin û bi lez a xelayê re rûbirû mane.  Ew xelayê ku li Yemenê heye, heta niha tu carî nehatiye dîtin."

Lowcock li gor daneyên meha Îlonê ya Neteweyên Yekbûyî li herêmê 11 milyon bi xeterê re rûbirû mane ku ev hejmar xelet ; di encama nirxandin û lêkolînên nû yên ku hatin kirin de, hat tespîtkirin ev hejmar zêde zêde ye. Lowcock di berdewama daxuyanîya xwe de wiha got: " Li gorî nirxandin û lêkolîna nû ya ku ji teref me ve hat kirin, hat tespîtkirin ku hejmara wan kesên ku jiyana xwe bi alîkarîyên ku ji derve tên hewl didin bidomînin ne 11 milyon, 14 milyon e ku ev hejmar jî nîvê nifûsê ye."(ÎLKHA)