Ji teref Miftîtîya Bajêra Diyarbekirê ve ji ber minasebeta Heftîya Mewlûda Nebî "Bernameya  Mewlûda Nebî û Yadkirina Hazretî Muhammed Mustafa" hat tertîpkirin. Bername bi tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir û bi axavtina destpêkê yê Miftîyê Bajêra Diyarbekirê Yavuz Selîm Karalî berdewam kir.

Alîkarê Serokê Karên Diyanetê Burhan Îşlîyenê ku beşdarî bernamê bû derheqê girîngîya rojê de axavtinek kir. Îşlîyen di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir "Li her derê derheqê Pêxemberê me de axavtin xweş e, lê belê li Diyarbekirê watedar e."

Îşlîyen di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: " Weke ku şair dibêje, ez nikarim bi gotinên xwe pesna wî bidim, encax ez bi wî gotinên xwe medh dikim. Li her derê derheqê Pêxemberê me de axavtin xweş e, lê belê li Diyarbekirê derheqê wî de axavtin watedartir e. Lewra ji wan herêmên ku herî zêde nîşaneyên sehabîyên ku ji Pêxemberê me ji me re emanet in, lê hene yek jî Diyarbekir e. Xweda bike nesîbê me û xelkê Diyarbekirê ku em bi heqê wê bibin ummetê wî."

 "Divê em li hember xortên xwe bi şefqet bin"

Îşlîyen di berdewam axavtina xwe de diyar kir kesên ku derdora Pêxember exlebe sehabîyên ciwan bûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Mezinên min ên bi qedr û qiymet! Tiştê ku divê di serî de bînin ziman ev e: Divê em li hember xortên xwe bi şefqat bin û bi xweşîkayî û başîyê bi wan re muamele bikin. Ew xort di hawirdora şefqetê ya Resûlullah de mezin bûn. Ew xort bi muhabbetê ve hatibûn  girêdan."

"Xweda jiyan û exlaqê me bişbîne jiyan û exlaqê Pêxemberê me"

Îşlîyen di dawîya axavtina xwe de diyar kir divê Misliman rêya Hz. Muhammed taqîb bikin û sinneta wî bijîn û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: "  Gelo malên me amade ne ku ji Hz. Muhammed re mazûvantîyê bikin? Gelo qelbên me amade ne ku Resûlullah pêşîwaz bikin? Gelo zarokên me amade ne Pêxember nas bikin? Sohbetê me amade ne ku qala Pêxember bikin? Ew tiştên ku em temaşe dikin, gelo em dikarin digel Resûlê Xwedê temaşe bikin?  Gelo ew tiştên ku em dixwînin dikarin li ba Resûlê Xwedê jî bixwînin? Yan jî gelo em ji wan kesan in ku dibêjin 'Resûlê Xwedê ji jiyana me derkeve em ê gelek zêde rihet bikin.' Divê her yek ji me bi tena serê xwe muhasebeya vê yekê bike. Dostên bi qedr û qiymet! Xweda jiyan û exlaqê me bişbîne jiyan û exlaqê Pêxemberê me."(ÎLKHA)