Li Darendeya Meletîyê  mîdîbûseke rêwîyan qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Hêj sedema qezayê nayê zanîn. Kesên ku di qezayê de birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat vekirin.(ÎLKHA)