Civîna Sêyemîn a Koma Xebata Hevpar a ku di navbera Tirkîyê û Îranê de tê kirin li Tahranê bi beşdarbûna Alîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê Muhterem Înce û Alîkarê Wezîrê Karên Naxweyî Dr. Huseyîn Zulfîkarî hat tertîpkirin.
Di hevdîtina ku hat kirin de Muhterem Înceyê Alîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê destnîşan kir di warê pêwendîyên di navbera her du welatan de geşedanên baş pêk tên ku ji ber vê yekê dostên her du welatan kêfxweş û dijminên wan jî aciz dibin.
Alîkarê Wezîrê Karên Naxweyî Dr. Huseyîn Zulfîkarî jî di hevdîtinê de destnîşan kir pêwîst e di navbera Tirkîye û Îranê de di warê îsrîxbaretê de hevkarîya heyî bê zêdetirkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Cihên ku lê pêwîst hat dîtin Tirkîye û Îran dikarin operasyonên hevpar bikin."(ÎLKHA)