Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di axavtina xwe ya ku di bernameyeke televîzyonê de kir de derbarê Rojnameger Cemal Kaşikçiyê ku li Konsulxaneya Siûd a li Stenbolê hat kuştin de nirxandinan kir.
Trump di nirxandina ku kir de destnîşan kir di destên wan de qeydên deng a ku di dema kuştina Cema Kaşikçi de hatine girtin hene û ji ber ku qeydên dengan "hovane", "nebaş" û "tirsnak" in ew naxwaze wanan guhdar bike.(ÎLKHA)