Ji teref Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ve derbarê tayînkirina mamosteyên bi peyman de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de ew ê di 7ê Sibatê de tayîna 20 hezar mamosteyên bi peyman bê kirin û kesên namzed dikarin serîlêdanên pêş di navbera dîrokên 19-23ê Mijdarê de bikin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew ê îmtîhana devkî ya ku dê serîlêdana pêş bikin di navbera dîrokên 10-31ê 2018an de bê kirin.

Her wisa hat diyarkirin ew ê encam di 15ê Çileyê de bên daxuyandin û tercîh jî di navbera 28ê Çileyê û Yekê Sibatê bê kiirn.(ÎLKHA)