Donald Trumpê Serokê Amerîka derbarê rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçiyê ku piştî têkete konsulxaneya Siûdî ya li Stenbolê û nema jê xeber hat girtin de destnîşan kir dibe ku Kaşikçi hatibe kuştin.

Rojnamegerek ji Trump pirsa 'gelo dibe ku Kaşikçi hatibe kuştin' kir. Trump pirsa rojnameger wisa bersivand: " Li gorî min teqez hatiye kuştin. Ev bûyer pir kovandar e."(ÎLKHA)