Hat ragihandin di êrîşa asimanî ya ku ji teref siyonîstên terorîst ve li Xazzê hat lidarxistin de Fîlîstînîyek şehîd bû û çend kes jî birîndar bûn.

Ji teref Navenda Enformasyonê ya Filistînê ve derbarê mijarê de hat ragihandin siyonîstên terorîst li bakûrê Beyt Lahîya Xeta Xazzê êrîşî komek xortên Filistînî kirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de xortek şehîd bû û çend kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê jî diyar kir xortê ku şehîd bûye navê wî Nacî Ez-Zeanîn e û 25 salî ye.(ÎLKHA)