Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha tîrmehê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha tîrmehê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî ji sedî 10,8 zêde bû.
Di daneyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin di meha tîrmehê ya sala 2018an de hejmara bêkaran li gorî heman meha sala borî 88 hezar zêde bû û hêjmara bêkaran derket 3 milyon û 531 kesan.
Rêjeya îstîhdamê zêde bû
Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha tîrmehê de li gor heman meha sala borî 507 hezar kes zêde bû û derket 29 milyon û 265 kesan.(ÎLKHA)