Hat ragihandin hejmara koçberên ku di qezaya ku li Menderesa navçeya Îzmîrê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 22yan.
Vê şeveqê li Menderesa Îzmîrê kamyona ku koçberan vediguhast qulibî û kete qanala avê. Di encama qezaya ku pêk hat de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Li gorî agahîyên herî dawî yên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 22yan ku di nav van mirîyan de zarokên biçûk jî hene.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)