Hat ragihandin di wextên şeveqê de li Îzmîrê qamyona ku koçberan vediguhast qulibî û ket qanala avê, di encama qezaya ku pêk hat de 19 koçberên ku zarok jî di nav de bûn jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û tê endîşekirin ku hejmara mirîyan zêdetir bibe.(ÎLKHA)