. Doh di bergeha xwepêşanên Meşa Mezin a Vegerê ya ku bo şikandina dorpêça li ser Xezzê, xwepêşan hatin lidarxistin û Misliman xwe berdan kolanan. Çeteyên siyonîst û terorîst êrîşî xwepêşana ku dihat lidarxistin kir. Di encama êrîşa siyonîstên terorîst de 6 Filistînî şehîd bûn û 112 Filistînî jî birîndar bûn.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin Ahmed Îbrahîm Zakî el-Tawîl û Muhammed Abdul Hafiz Yusuf Îsmaîl di nav wan kesên ku hatine şehîdkirin de ne.(ÎLKHA)