Andrew Craîg Brunsonê keşeyê sîxûr ê ku li Îzmîrê bi hinceta ku li ser navê PKK û FETO kirina sûc û sîxûrtîyê hatibû girtin, hat berdan.
Di doza ku li Mehkemeya Cezaya Giran a 2yemîn a Îzmîrê dihat dîtin de heyeta mehkemê ji Brunsonê keşeyê sîxûr de 3 sal û 15 roj ceza da. Lê wextê girtîbûna wî li ber çavan hat girtin û qerar hat dayîn ku Brunsonê sîxûr bê berdna.
Mehkeme bi heman awayî qedexeya derketina derveyî welêt û hepsa malê ya Brunson rakir.(ÎLKHA)