Hat ragihandin ji ber bagera ku li rojhilata Hindistanê rabû 11 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin û li gor daxuyanîya ku ji teref rayedaran ve hatine belavkirin, vê şeveqê li rojhilata Hindistanê bagêr rabû. Di encama bagerê de 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 300 hezar kes jî ji herêmê hatin tahlîyekirin.

Dîgant Rautreyê rayedarên hikûmetê derbarê mijarê de diyar kir welatîyên ku ji herêma bagerê hatine tahlîyekirin di stargehan û mekteban de tên girtin.

Di bagera ku di sala 1999an de li Hindistanê rabû de zêdetirî 15 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabû.(ÎLKHA)