Mislimanên xwedî nasname û hessasîyeta Îslamî ne bi kumpas û komployan ji teref daraza FETO û 28ê Sibatê ve hatin girtin û ev bi salan e ku tên mexdûrkirin. Digel kesên ku ew darizandibin û ceza dabin wan ji FETO hatibûn girtin û wek darbeker hatibin darizandin jî hêj ev Mislimanên xwedî nasnameya Îslamî di girtîgehan de tên girtin û banga edaletê ya ku bo wan tê kirin nayê bihîstin û kesên rayedar xwe li ber vê bangê ker û lal dikin.

Hesen  Tîlkîyê ku bi kumpasên polês, dozger û hakimên FETOyîst hat girtin ev bû 18 sal ku di girtîgehê de tê girtin.

Hesen Tîlkî dema ku di sala 2000an de hat girtin, lawê wî yê herî mezin 7 salî bû û xanima wî jî ducanî bû. Piştî ku Hesen hat girtin re dê Gulseren Tîlkî ji zarokên xwe re him dêtî û him jî bavîtî kir.

Gulseren Xanima ku digel 4 zarokên xwe rojên zor û zehmet derbas kir, di vê pêvajoya bi tena serê xwe mayînê de bi curbecur nexweşîyan ket û ji ber nexweşîya xwe 6 salan neçû dîtina zilamê xwe. Gulseren Xanima di vî halî de herî dawî di sala 2014an de qrizî qelb derbas kir û azadîya zilamê xwe nedî û çû rehma Xwedaç.

Piştî ku diya wan rehmet kir re 4 zarokên ku 2 ji wan nexweş in him bê dê û him jî bê bav man û  niha jî bi tena serê xwe hewl didin bijîn ku ev rewşa wan a dramatîk û dilşewat dilê mirovan diêşîne. Zarokên Hesen Tîlkî yên ku ev bû 18 sal bavê xwe nabînin di ser vê dûrbûna bavê xwe de niha jî êşa rehmetkirina diya xwe dikşînin.

Birayên ku di bin  şert û mercên giran a ji ber tunebûna dê û bavê xwe de dijîn dibêjin "Bavê min ev 18 sal e ku di bêsûc û belesebe di girtîgehê de tê girtin, em dixwazin êdî bila bavê me serbest bê berdan."

Muhammed Tîlkî(26), Yusfu Tîlkî(24), Huseyîn Tîlkî(22) û Alî Can Tîlkî(18) 4 zarokên sêwî û êtîm in. Ev her 4 çar bira ji ÎLKHAyê qala mexdûrîyeta xwe kirin.

 "Em gelekî zêde hatin mexdûrkirin"

Muhammed Tîlkîyê ku diyar kir bavê wî însanan gazî heqîyê dikir û dû re wiha got: " Em gelekî zêde hatin mexdûrkirin. Temamê heq û azadîyên me ji destên me hatin girtin. Bavê min li mizgeftê dersa Qur'ana Kerîm dida û tiştên heq û heqîyê ji însanan re digot. Ji ber vê yekê dema ku ez 7 salî bûm bavê min hat girtin û ew xistin girtîgehê. Digel bavê min tu sûc û sûcdarkirinê qebûl nekiribe jî jê re cezaya muebbet a girankirî hat dayîn. Heta însanek sûcê negire li ser xwe û qebûl neke hûn çawa dikarin wî sûcî bikin stûyê wî?"

"Wê azadîya ku heqê me ye çim hêj nadin me?"

Muhammed di berdewama axavtina xwe de diyar kir bes Xweda dizane ku çi tişt hatine serê wan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dema ku bavê min hat girtin ji ber ku çem biçûk bûn, diya me li me mêze kir. Diya min diçû ziyareta bavê min û dema ku bavê min hat girtin birayê min biçûk hêj nehatibû dinyayê, wê çaxê diya min  ducanî bû. Piştî ku bavê min hjat girtin re birayê min biçûk hat dinyayê. Diya min bi zarokên xwe yên biçûk re bi tena ser xwe mabû. Wê çaxê birayê min biçûk çêbûbû û birayên min din jî nexwşe bûn. Dema ku diya min diçû girtîgehê ez bi birayên xwe re têkildar dibûm. Lewra tu kes tunebû ku li wan mêze bike. Diya min him bi bavê min re têkildar dibû û him jî bi me re ku ev yek jî bo wê kulfet bû. Naskirîyên me ji me nedibûn alîkar. Em mexdûr bûne. Kesên ku em mexdûr kirine diyar in. Êj çima heq û azadîya me ji me re nayê dayîn? Selefxwur û diz tên azadkirin û tên efûkirin. De baş e, çima heq û azadîya van însanên ku di mizgeftê de bes bo riza Xweda dersa Qur'anê dane ji destên wan tê standin."

 "Em efûyê naxwazin, em dixwazin bila rêya darizandina ji nû ve bê vekirin"

Muhammed di berdewama axavtina xwe diyar kir bavê wî ne sûcdar e, ji ber vê yekê ew efûyê naxwazin; ew bes dixwazin ku rêya darizandina ji nû ve bê vekirin. Muhammed dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em efûyê naxwazin, bes bila rêya darizandina ji nû ve bê vekirin. Em ji tu kesî efûkirinê naxwazin. Em efûkirinê bes ji Xweda dixwazin. Lê belê ger rêya darizandina ji nû ve vebikin, wê demê ew ê jî bibînin ku ev însan bêsûc in. Sûcên ku ji teref hinek kesên din ve hatibûn kirin hatin avêtin stûyê van însanan û ew avêtin girtîgehê û bi rojan îşknence li wan kirin. Ango em vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin rêya darizandina ji nû ve bê vekirin. Ew dozger, hakim û polêsên FETO bi bêbextî û îftîrayan cezaya muebbet a girandkirî dan bavê min."

 "Diya min xwe li ber nexweşîyan îdare nekir û qrîza qelb derbas kir û çû rehma Xwedê"

Muhammed di berdewama axavtina xwe de di bîran xist ku dema bavê wî hat girtin sihheta diya wî pir baş bû, lê belê di pêvajoya girtîbûna bavê wî de diya wî bi çend nexweşîyan ket û çû rehma Xweda û di wê pêvajoyê de zilm li ser zilmê li wan hat kirin. Muhammed dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Diya min piştî ku xebera bavê min stand re pî û baskên wê şikîyan. Bi nexweşîyên curbecur ket û qrîza qelb derbas kir û pê re tansîyon peyda bû. Piştî demekê diya min pir nexweş ket û bêhntengî pê re derket. Ji bo ji bêhntengîyê xelas bibe divîyabû di maleke bêrutubet de bijî. Em di kirê de bûn û xwedîyê malê guh nedida malê. Bêhntengîya diya min pêşve çû û nexweşîya wê bû Koah. Dû re di bedena diya min de av top bû û dû re ji ber qeyrana qelb wefat kir."

 "Li vê dinyayê nebe jî, em ê li dinyaya din li Mehkemeya Kubra heqê xwe bistînin"

Muhammed di berdewama axavtina xwe de diyar kir bila bavê wî ji nû ve bê darizandin û bê berdan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bavê min, bêsûc û bêsebeb di girtîgehê de digirin. Li vê dinyayê nebe jî, em ê li dinyaya din li Mehkemeya Kubra heqê xwe bistînin. Edaleta însanan şaş dibe, lê belê ya Xwedê tu car şaş namîne û her tim tecellî dike. Em darizandina ji nû ve dixwazin. Bavê min û hevala wî desteser kirin, îşkenceyên giran li wan kirin û bo zorê hewl dan bi wan sûcan bidin qebûlkirin. Lê belê ew tu sûcan qebûl nekirin. Digel sûcan qebûl nekirin jî cezaya mueebbet a girankirî dan wan, ev yek çawa çêdibe? Rewşa wan kesên ku ceza dan bavê min di holê de ye. Bawer bikin heger edalet tecellî neke, wê çaxê çawa ku FETO beramberê zilm û neheqîyên ku kiriye dibîne, ew ê ahê van însanan û nifirên wan dê wan kesên ku vê neheqîyê kirine hilweşîne.

 "Em çar bira bi tena serê xwe nikarin tiştekî bikin"

Muhammed di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser wê pêvajoya giran a ku ew piştî mirina diya xwe bêyî bavê xwe tê de jiyana û zehmetîya ku ew bi xwe jiyane wisa anî zimên: " Piştî ku diya min rehmet kir re em çar bira bi tena serê xwe man. Ev bû çar sal ku diya min miriye. Em zehmetîyê dikşînin. Li ser serê me ne dê ne jî bav heye. Em di rewşeke xirap de ne, nizanim heta kengî em ê îdare bikin. Ger li ser serê me mezinekî me, bavê me hebana dê li me xwedî derketibana. Em 4 bira, bawer bikin nikarin bi tena serê xwe tiştekî bikin. Em ne efûyê, darizandina ji nû ve daxwaz dikin. Ger ji nû ve bê darizandin, ew ê bi izna Xwedê dê bê dîtin ev însan bêsûc û belesebeb di girtîgehê de tên giritn. Êdî bes e, van mexdûrîyetan bibînin. Hûn xwe li ber van mexdûrîyetan kor dikin. Bawer bikin ger ev însan nifiran li we bikin, ew ê pî û baskên we bişkin û dê tu kes nikaribe we xelas bike."

 "Ger bavê me li ser serê me bana dê tiştekî wisa nebûba"

Muhammedê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir her du birayên wî yên biçûk nexweş in, axavtina xwe weha domand: " Her birayên min dema ku hatin dinyayê astengdar bûn, ji ber vê yekê li wan mêzekirina wan pir bi zehmet e. Me ew şandin perwerdehîya taybet û me ew şandin mektebê. Mekteb jî li wan nehat, bo wan baş nebû.  Ji ber ku mekteb li wan nehat, me ew şandin perwerdehîya taybet. Li wê derê biçek be jî fêdeya wê dîtin. Ger bavê me li ser serê me bana dê tiştekî wisa nebûba. Bavê min bêsûc û belesebeb di girtîgehê de tê girtin."

 "Em bi hesret in ku bi bavê xwe re bireve biçin, xwarinê bixin û derkevin bazarê"

Muhammed di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku bawê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa Tyê ya Osmanîyê ma re, ew sewka wî xwestine Edenê û bi zehmet be jî bawê wî anîne girtîgeha Edenê. Muhammed dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bes em carekê çûn ziyareta bawê xwe. Dema ku em careke din çûn ziyareta bavê xwe me girtin hundir. Ji me re gotin ku 'hûn naşibihin lawên Hesenî.' Bavê min 9 salan di girtîgehê de ma û tu car tiştekî wisa nehat serê me, nizanim tiştên wisa bes li Edenê diqewimin. Ev bû 19 sal ku em di van riyan de diçin û tên, me perîşan bûn. Bila bavê min berdin. Ev bû 19 sal ku bavê min di girtîgehê de tê girtin. Me 14 salan hewl da digel diya xwe îdare bikin. Em bi hesret in ku bi bavê xwe re bireve biçin, xwarinê bixin û derkevin bazarê."

"Em edaletê dixwazin"

Huseyîn Tîlkî jî diyar kir ew gelekî zêde berîya bavê xwe kiriye û dû re wiha got: "Ev bû çend sal ku em bavê xwe nabînin. Em êdî edaletê dixwazin. Ez gelekî zêde berîya bavê xwe dikim. Ez dixwazim ku êdî ji girtîgehê derkeve."

Yusuf Tîlkîyê ku di qezaya trafîkê de milekî wî şikestîye jî derbarê mijarê de wiha axivî: " Niha milê min şikestîye, tu kes nîne ku li min mêze bike. Ger bavê min li ba min bana, dê li min mêze kiribana. Ka li kû ye ev edalet? Em edaletê dixwazin. Qala edaletê dikin, ka ev edalet li kû ye. Dêya me, bavê me tuneye. Ger ew hebana dê li me xwedî derketibana."(ÎLKHA)