Hat ragihandin 7 kesên ku berî niha di bergeha lêpirsîna Adnan Oktar de derheqê wan de qerarê girtinê hebûn hatin binçavkirin.

Di bergeha lêpirsînê de li Stenbolê operasyon hatin kirin , di encama operasyonan de Tarkan Yavaşê ku zilamê herî girîng ê Adnan Oktar jî di nav de tevde 7 kes hatin binçavkirin.

Kesên ku hatin binçavkirin piştî kontrolên tenduristîyê hatin birin ewlehîyê.(ÎLKHA)