Hat ragihandin li Karaburana navçeya Îzmîrê belema ku penaberan vediguhast binav bû, di encama bûyerê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî winda bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Ewlehîya Qeraxê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin lii Karaburana navçeya Îzmîrê belema ku 35 penaberan vediguhast binav bû, di encama bûyerê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî winda bûn  û kesek jî sax xelas bû. Xebatên lêgerînê hêj berdewam dike.(ÎLKHA)