Hat ragihandin li Çêleya Colemêrgê PKKyîyan êrîşî leşkeran kirin, di encama êrîşa mûşekî ya ku li Çêleya Colemêrgê hat lidarxistin de leşkerek jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Colemêrgê ve daxuyanîyek jat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin PKKyîyan ji Herêma Zapê bi mûşekan êrîşî Herêma Baregaha Çiyayê Guvenê ya li Çêleya Colemêrgê ku di êrîşê de leşkerek jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)