Hilbijartinên heyama pêncemîn a Parlementoya Kurdistanê doh bi dawî bûn. Piştî ku hilbijartin bi dawî bûn re ji teref Partîya Demokrat a Kurdistanê, Goran, Komel û Yekgirto li Koyê daxuyanîyeke hevpar dan û destnîşan kirin di hilbijartinan de hîle hatye kirin.
Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê mijarê de hat destnîşankirin Yekîtîya Niştîmanê Kurdistan li navendên hilbijartinê hêzên çekdar bi cî kiriye û zextan li hlbijêran kiriye.
Sekreterê Giştî yê Yekgirto Selahaddîn Bahaddîn di daxuyanîya ku da de destnîşan kir " Tu partî nikare xwe ji qanûn û Komîsyona Referandûm û Hilbijartina Bilind a Xweser a Kurdistanê serdest bibîne ku ev yek jî nayê qebûlkirin."
Etan Şêx Hesenê Berdevkê Teşkîlata Helepçe û Silêmanîyê yê Partîya Demokrat a Kurdistanê jî diyar kir ew ê li hember wan bêusulîyên ku li ser hinek sindoqan di dema dengdanê de hatine kirin helwesteke cîddî nîşan bidin.
Ew ê encamên hilbijartinan di naveyna 72 seatan de bên daxuyandin.(ÎLKHA)