Hat ragihandin siyonîstên terorîst doh êvarî êrîşî xwepaşana bi tekneyan di behrê de dihat kirin û xwepêşandarên ku piştgirîyê didan wan kirin, di encama êrîşên siyonîstên terorîst de Filistînîyek şehîd ket û 90 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin Muhammed Fayîz -Selîm Ebus-Sadiqê ku di êrîşa siyonîstan de birîndar bûbû û hatibû rakirin şehîd bû. Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di êrîşa siyonîstan de tev de 90 kes jî birîndar bûne ku 10 wan bi guleyên rastî hatine birîndarkirin.(ÎLKHA)