Hat ragihandin li Îsfahana parêzgeha Îranê otobuseke rêwîyan ji paşve li tankera mazotê xist, di encama qezaya ku pêk hat 19 kes jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Qeza êvara duşembê derdora di seat 23.30an de pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergritin otobûsa rêwîyan a ku sefera Tahran-Kirmanê dikir li ser 25 kîlometreya Rêbeja Kaşan-Netenzê ji paşve li tankera mazotê xist. Ji ber tesîra lêxistinê agir bi tanker û otobusê ket. Di encama qezayê de 19 kes jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyên li Kaşanê.(ÎLKHA)