Şerê navxweyî ya ku ji sala 2013an vir ve li Sûdana Başûr berdewam dikir û bûbû sedema mirina bi deh hezaran însanan bi hevpeymana ku hat kirin bi dawî bû.

Li Addîs Ababaya paytexta Etîyopyayê di navbera muxalif û hikûmetê de civîna IGADê hat tertîpkirin û di civînê de îmzeyên aştîyê hatin avêtin.

Îmzeyên aştîyê ji teref Serokê Dewleta Sûdana Başûr  Salva Kîîr û Rîek Macharê lîderê muxalif ê ku serokê berê yê Kîîr bû ve hatin avêtin.

Kîîr di sala 2013an de Machar bi "teşebûsa darbê" sûcdar kiribû di navber aher alîyan şerê çekdarî dest pê kiribû.(ÎLKHA)