Doh 2 leşkerên Tirkîyê li ber sînorê Yewnanistanê bi şaşitî derbasî wî alîyê sînorê bûbûn ku ji teref leşkerên Yewnanistanê ve hatibûn desteserkirin. Ji teref Serokatîya Sererkanîyê ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin 2 leşkerên piştî ku bi şaşitî derbasî wî alîyê sînorê bûbûn ji teref leşkerên Yewnanistanê ve hatibûn desteserkirin derdora seat 18.30an de di encama hevdîtina ku bi meqamên Yewnan re hat kirin de hatin îadekirin.(ÎLKHA)