Hat ragihandin li Şehîtkamîla navçeya Entabê kamyoneta ku karkeran vedigust di rêya vegerê de qulibî, di encama qezayê de 3 jê giran tevde 17 karker birîndar bûn.

Qeza li mewqîya Kizilyokuşa di navbera gundên Kabasakiz û Bozoba de pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin kamyoneta bi plaqeya 63 LK 831 a ku ajokarê wê Remezan Aslan bû û karkerên fistqan vediguhast di rêya vegerê de di fitlonekê de qulibî û gindirî şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hat de 3 jê giran tevde 17 karker birîndar bûn.

Karkerên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.(ÎLKHA)