Piştî daxuyanîyên ku ji teref Ivan Duqueyê Serokê Dewleta Kolombîyayê ji teref Wezîrê Karên Derve yê Kolombîyayê Carlos Holmes Trujîllo ve daxuyanîyek hat dayîn. Wezîr Trujîllo destnîşan kir "Kolombîya ji qerara xwe  ya naskirina Filistînî dê bi paşve gav navêje."

Kolombîya digel qerara ku di 3ê Tîrmehê de ji teref Serokê Dewleta Kolombîyayê Santos ve hatibû dayîn Filistîn ji teref Kolombîyayê ve wek dewleteke desthiltdar û serbixwe hatibû naskirin.

Çeteyê terorê ya siyonîstên îşxalker vê qerara Kolombîyayê wisa wesfandibû "Qerara naskirina Filistînê wek dewletekê, şeqameke ku ji ji muteffîkekî sadiq re hatiye avêtin e û ev qerar bi pêwendîya baş a di navbera welat û serokên wan de li hev nagire."(ÎLKHA)