Hat ragihandin li Sûrîyeya ku ev heft sal in lê şer berdewam dike hêj 2 milyon zarok ji ber şer û qutbûnên alîkarîyê nikarin biçin mektebê. Li Sûrîyê ji 3 paran parekî mekteban nikarin xizmetê bidin û ji ber şer nêzî 180 hezar mamosteyan jî pergala perwerdehîyê terk kirine.

Hêj nayê zanîn ew ê şerê li Sûrîyê bi dawî bibe, lê her ku diçe ew alîkarîyên ku ji teref  hinek welatan ve bo perwerdehîya zarokan dihat dayîn kêm dibe.

UNICEF derbarê mijarê de diyar kir fona heyî ya li ber destên wan ji fona ku divê hebe 40 milyon dolar hindiktir e. Heman rewşa UNICEF li Libnan û Urdunê jî heye. Rob Jenkîsnê dîrektorê welêt ê UNICEFÊ  diyar kir, sazî li sala din li Urdunê ji xwendina 55 hezar zarokan re bû alîkar, lê ev alîkar îsal heta 10 hezar zarokan ketiye.

Ji ber ku fonên li Libnanê jî kêm bûn 20 hezar zarok nikarin perwerdehîyê bistînin.(ÎLKHA)