Îranê bi topan êrîş bir li ser kampên Partîya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê û Hîzba Demokrat a Kurdistanê yên li Koyeya Hewlêrê. Di encama êrîşa ku hat kirin de 14 kesên ji PDK-Îyê mirin û Mustafa Mevludê rayedarê payebilind jî di nav de tev de 42 kes birîndar bûn.

PDK-Îyê ku muxalifê Îranê ye ji salan 1996an vir ve li Hewlêrê di kampan de fealîyetên xwe birêve dibe. Tê diyarkirin ji wê rojê vir ve ev êrîşa ewil a herî mezin e ku li dijî PDK-Îyê hatiye kirin.(ÎLKHA)