Li Basraya Iraqê ji meha Tîrmehê vir ve ji ber bêkarî, tunebûna xizmeta kamûyê û ji ber tunebûna ceyranê xwepêşan tên lidarxistin. Di van heftîyên dawî de xwepêşanên ku dest pê kiribûn mezintir bûn û di xwepêşanan de herî kêm 11 kes jiyana xwe ji dest dan.

Doh xwepêşandaran di ser Konsolxaneya Îranê ya li Basrayê de girtin û konsulxanê şewitandin.

Îran sînora xwe ya bi Iraqê girt

Hikûmeta Îranê bûyera ku li Basrayê rû da bi şikleke herî tund şermezar kir. Berdevkê Wezareta Karên Derve Behram Qasimî destnîşan kir "Em dixwazin ku kesên êrîşkar demildest bên girtin û bên cezakirin. Di êrîşê de tiştek bi kesên dîplomat û xebatkar nehat. Êrîş bo xerakirina pêwendîyên her du welatan hatin kirin."(ÎLKHA)