Li Tahrana paytexta Îranê bi beşdarbûna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanê civîna sêalî ya bi mijara Sûrîyê hat tertîpkirin.

Erdogan di civîna ku beşdarî bû de axavtinek kir û bo Îdlîbê banga agirbestê kir.

"Ger li vê derê em karibin agirbestekê îlan bikin ew ê ev yek bibe ji wan gavên herî girîng ên vê civînê"

Erdogan di axavtina xwe ya ku di civînê kir de destnîşan kir divê di danezanê de agirbest jî hebe û dû re wiha got: "Li Îdlîbê koçkirin dest pê kir. Ber bi sînorên me ve tên. Divê agirbestek bê îlankirin. Divê ew tedbîrên ku dê li dijî terorîstan bên standin pêkve bên standin. Digel hevdû xebitîna hêzên me yên îstîxbaratê muhîm e.e Divê di vî warî de gavên bi lez bên avêtin, tesîskirina agirbestê muhîm e.  Ger li vê derê em karibin agirbestekê îlan bikin ew ê ev yek bibe ji wan gavên herî girîng ên civînê û ev yek jî aramîyê bide siwîlan.Werin em banga berdan çekan li Nusra, HTŞ û komên din bikin."(ÎLKHA)