Piştî ku li Basraya Iraqê gelek avahîyên partîyên siyasî û kamûyê ji teref xwepêşandaran ve hatin şewitandin re ji teref Fermandarîya Operasyonan a Basrayê ve heta daxuyanîyeke din derketina der ve hat qedexekirin.

Li Basraya ku ev bû heftîyek lê bênavber xwepêşan berdewam dikin doh êvarî komek xwepêşandar avahîya televîzyona dewletê û avahîyên partîyên siyasî şewitandin. Her wisa hat diyarkirin komeke din a ji xwepêşandaran jî avahîyên Fikrê Hikmet a Neteweyî û avahîya Partîya Doza Îslamî ya ku Haydar el-Îbadî bi xwe jî endamê wê bû jî şewitandin.

Di bûyerên ku ev nêzî heftîyekê berdewam dikin de heta niha 8 xwepêşandar jiyana xwe ji dest dan û 11 jê hêzên ewlehîyê tevde 35 kes jî birîndar bûn.

Li Basrayê ji 8ê Tîrmehê vir ve ji ber tunebûna ceyranê, ava paqij û xizmetên kamûyê xelk xwe berdaye kolanan û bênavber xwepêşanan li dar dixe.(ÎLKHA)