Doh bi daxuyanîya ku hatibû belavkirin hatibû ragihandin li 15 gund û 22 gundikên ku girêdayê Licê û Hêneya Diyarbekirê ne, ji ber operasyonên dê li dijî PKKê bên kirin heta daxuyanîyeke din derketina derve hatibû qedexekirin ku ev qedexe îro hat rakirin.
Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ji ber operasyona ku dê li dijî PKKê bê lidarxistin li gundên Kaledîb, Akçayurt, Topçular, Yukari Turali, Kalaba, Uzunlar, Serenkoy û li gundikên bi navê Başakli, Guzelce, Taşburun, Karapîlyarî, Mezartarlasi, Siraevler, Horsel, Çay, Damlatepe, Uysal, Aşagı Turali, Gurbulaka girêdayê Hênê û her wisa li gundên bi navê Şenlîk, Bîrlîk, Abali, Ergînkoy, Tuzlakoy, Çeper, Daralan, Durukoy û li gundikên bi navê Elmadere, Agilçik, Akçapinar, Ayaz, Şakan, Boyluca, Dahlik, Alîkahya, Hacimusabey, Kutlamişa girêdayê Licê derketina derve hatibû qedexekirin ku ev qedexe îro hat rakirin.(ÎLKHA)