Ji teref rejîma Sûrîyê ve hat daxuyandin jetên çeteya terorê ya siyonîstan êrîş birin li ser bajarên Hama û Tartûsê.
Li gor xebera ku di SANAya ajansa xeberan a fermî ya Sûrîyê de hat weşandin di êrîşan asimanî ya ku ji teref siyonîstan ve hatiye lidarxistin de navendên leşkerîyê hatine hedefgirtin û hinek mûşekên ku ji teref jetên siyonîstan ve hatine avêtin bi pergala parastinê ya asimanî ve hatine îmhakirin.
Çeteya terorê di nav van çend salên dawî xalên leşkerî yên li Humus, Dera û Şama Sûrîyê hedef girt.
Siyonîstên terorîst îddîa dikin ku ew li Sûrîyê tevde êrîşî li ser 202 hedefên Îranê kirine.(ÎLKHA)