Hat ragihandin hêzên îşxalker ên siyonîstên terorîst li bajaroka Yattaya girêdayê bajêra El-Xelîla Filistînê û li gundê Beytullahîma Şerîaya Rojava bi hinceta nebûna rûxsatê 5 malên din ên Filistînîyan xera kirin.
Berîya xerakirina malan di navbera Filistînî û siyonîstên terorîst de pevçûn derket. Çeteya terorê bi guleyên plastîk û bi bombeyên rondikrêj êrîş birin li ser Filistînîyan. Di encama êrîşê de gelek Filistînî birîndar bûn.
Di van du salên dawî de siyonîstên terorîst gelek malên Filistînîyan xera kirin û ji xwe re bi hezaran mal înşa kirin.
Ji ber qerara Serokê Amerîka Donald Trump a veguhastina balyozxanê ji Telavîvê bo Qudsê îdareya çeteya terorê wêrektir tev digere.
Li gor xebera WAFAyê siyonîstên terorîst li Sîlvana taxa Qudsa Rojhilat di ser malekê de girtin û lawê wezîrê Qudsî jî di nav de tevde 5 Filistînîyan desteserkirin.(ÎLKHA)