Navê Orgeneral Temellî berîya hilbijartinên serokomartîyê bo Erdogan lêxistina çepikan hatibû rojevê. Wêneyên Organel Îsmaîl Metîn Temellî yên bi cil û bergên pêşmergê yên dema ku di Hêzên Taybet de wezîfedar bû berî vê du rojan derketin holê û ji ser medyaya civakî hatin belavkirin. Temellîyê ku di "wezîfeya taybet" de sûreta wî hatiye girtin bi keleşa di destê xwe de û bi cil û bergên li xwe kiriye balan dikşîne li ser xwe.
Tê diyarkirin sûret di salên 90î de hatiye girtin û Temellî bi xwe di nav wan leşkerên Tirkîyê yên ku di sala 1994an de wextê pevçûna di navbera Barzanî û Talabanî de li herêmê wezîfedar bûn de cî girtiye û li wê derê wezîfedar bûye.
Orgeneral Temellîyê ku we "fermdandarê Efrînê" tê naskirin, "Harekata Çiqlê Zeytûnê" û "Mertala Feradê" îdare kir û di civîna dawî ya Şûraya Leşkerî ya Bilind de ji "orgeneraltîyê" re hat terfîkirin.
Temellî di van hilbijartinên dawî de bûbû hedefa Muharrem Înceyê ku bû namzedê serokomarîyê û Înce gotibû ku "ez ê apoletên te jê bikim."(ÎLKHA)