Ji yekşema borî vir ve li Trablusa paytexta Lîbyayê di navbera tugayên ku girêdayê Hikûmeta Mutaqabatê ya Neteweyî de şer û pevçûn bênavber berdewam dikin ku derbarê vê mijarê de ji teref Neteweyên Yekbûyî ji terefên ku şer dikin re banga rawestandina şer û pevçûnan hat kirin û hat xwestin ku dev ji çekan bê berdan û bo muzakereyên agirbestê gav bên avêtin.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya HMNyê ve hat belavkirin de hat diyarkirin di pevçûnên ku rû dan de heta niha 4 jê zarok, 14 jê siwîl tevde 38 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 90 kesan jî birîndar bûn.
Ji ber pevçûn û şerê heyî berî niha ji teref Hikûmeta Mutaqabatê ya Neteweyî ve li Trablus û derdora wê rewşa awarte hatibû îlankirin.(ÎLKHA)