Welîd Muallîmê Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê li Moskovaya paytexta Rûsyayê destnîşan kir "Em naxwazin li Îdlîbê bi Tirkîyê re rûbirû bibin. Divê Tirkîyê bizanibe ku Îdlîb axa Sûrîyê ye."

"Pêşî divê civaka navneteweyî qebûl bike ku Îdlîb wîlayeta Sûrîyê ye û mafê Sûrîyê heye ku axa xwe bistîne"

Muallîmê ku daxuyanî da kanala Russîa Today destnîşan kir ger pêwîst be ew ê li Îdlîbê hêz bê bikaranîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Pêşî divê civaka navneteweyî qebûl bike ku Îdlîb wîlayeta Sûrîyê ye û mafê Sûrîyê heye ku axa ku bistîne. Tu kes nikare pêşîya vê yekê bigire û heqê wan jî tune ye. Ya duduwan jî  Îdlîb divê an bi gotûbêjan an jî bi alîkarîya artêşê bê azadkirin. Em dixwazin ku Îdlîb bi gotûbêjan bê azadkirin."

"Em naxwazin li Îdlîbê bi Tirkîyê re rûbirû bibin. Divê Tirkîyê bizanibe ku Îdlîb axa Sûrîyê ye"

Muallîm di berdewama axavtina xwe de peyam da Tirkîyê û wiha got: " Hevdîtinên di navbera Tirkîye û Rûsyayê de berdewam dikin. Ew ê di 7ê Îlonê de bi beşdarbûna Tirk û Rûsan lûtkeyek bê tertîpkirin. Ka em li benda encamê bin û em ê bibînin. Em naxwazin li Îdlîbê bi Tirkîyê re rûbirû bibin. Divê Tirkîyê bizanibe ku Îdlîb axa Sûrîyê ye."(ÎLKHA)