Hat ragihandin li Entabê kamyoneta ku karkerên fistiqan vediguhast û mînîbûsek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.
Qeza li ser Rêbeja Oguzelî- Elbeylî pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin kamyoneta bi plaqeya 79 DU 351 a ku ajokarê wê Îbrahîm Şahîn bû û mînîbûsa bi plaqeya 27 AHH 618 a ku ajokarê wê Alî Bor bû li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes li cihê bûyerê û 3 kes jî li nexweşxaneya ku lê hatin rakirin jiyana xwe ji dest dan. Her wisa di qezayê de 20 kes birîndar bû.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên li bajêr û derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)