Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku beşdarî Merasîma Mezûnîyeta Mektebên Herbê yên Zanîngeha Parastina Neteweyî bû axavtinek kir. Erdogan di axavtina xwe ya ku di merasîmê kir de balan kişand li ser kesên ku li Tirkîyê tahamûl nakin û dû re wiha axivî: " Ji ber ku di rabirdûyê de hînî Tirkîyeya ku her tim tabi' dibe, taqîb dike bûne tahamûlî li Tirkîyeya ku rêya bi îradeya xwe xêz dike nakin.Çi dikin bila bikin ew ê nikaribin li ber Tirkîyeya mezin û bi qewet birawestin. Ez zen bikin jî me hezar carî danîna li ser çokan, em ê dîsa hezar carî rabin li ser pîyan û vê yekê bidomînin."(ÎLKHA)