Berîyan îdê dolar daketibû 6 lîreyan, euro daketibû 6,98 lîreyan û grama zêr jî daketibû 232 lîreyan. Lê digel xelasbûna betlaneya Îda Qurbanê dowîz û zêr ji roja şemîyê ve dest bi zêdebûnê kir ku ev zêdebûn îro jî berdewam kir. Digel bihabûnên dawî dolar derket 6,464 lîreyan, euro derket 7,530 lîreyan û grama zêr jî derket 249,979 lîreyan.(ÎLKHA)
Bihaya dowîz û zêr zêde dibe
Dowîz û zêrê ku ji serê heftîyê pê ve zêde dibû îro jî zêdebûna xwe domand.
29.08.2018 17:35:02 / Xeberen Kurdi